Ahmed Kaya: Daxwaza Bahçelî ji bo Ehmed Tirk erênî ye, lê danîna qeyûman berdewam e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmed Kaya, daxwaza Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo vegera Ahmed Tirk bo ser karê wî wekî "gaveke erênî" nirxand, lê di heman demê de rexne li siyaseta danîna qeyûman girt û got ku ev siyaset li Tirkiyeyê bûye mijareke sîstematîk.
Kaya di axaftina xwe ya bi K24ê re, bal kişand ser dîroka derbeyan li Tirkiyeyê û got: "Em salvegera derbeya 12ê Îlonê ya 1980'î şermezar dikin, ku astengiyeke mezin li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê çêkir. Divê em li hemberî hemû cûreyên derbeyan, çi leşkerî çi jî sivîl, xwedî helwesteke yekgirtî bin."
Pêvajoya Danîna Qeyûman û Karakterên Siyasî
Ahmed Kaya anî ziman ku pêvajoya danîna qeyûman li ser şaredariyên DEM Partiyê û berê HDPê li Tirkiyeyê bi salan e didome û got: "Ev siyaseta ku bi deh salan e berdewam dike, derbek li îradeya gel e. Ji sala 2016an ve nêzî 100 şaredariyan û ji 2019an ve jî nêzî 60 şaredariyan qeyûm li ser hatine danîn."
Kaya destnîşan kir jî, tawanên ku li siyasetmedarên Kurd tên kirin "bêbingeh" in û got: "Tometa ku li kesayetên wekî Ahmed Tirk hatiye kirin, bi tevahî bêbingeh e. " Herwiha Kaya amaje bi doza derbarê wî bi xwe de jî kir û got: “Derbarê min de jî doz hebû, tevî ez ji dozê beraet bûm jî, lê doz dubare bû û piştî çend mehan ez ketim zindanê."
Daxwaza Bahçelî: Gaveke Erênî lê Ne Bes e
Derbarê banga Devlet Bahçelî ya ji bo vegera Hevşaredarê Mêrdînê Ahmed Tirk bo ser karê wî de, Kaya ev gav wek gaveke "erênî" nirxand lê di heman demê de tekezî li ser wê yekê kir ku divê ev helwest giştî be û got: "Ev bangewaziya ku Bahçelî dike baş e, lê dema ku ji deh heban tenê yek tê hilbijartin ev yek kêm dimîne. Divê ev nêzîkatî ji bo hemû şaredariyên ku mafê wan hatiye xwarin, were nîşandan. Demokrasî divê ji bo hemûyan wekhev be, nabe ku em tê de cudahiyê bikin."
Pêwîstiya Vekirina Rêya Siyasî
Kaya di dawiya axaftina xwe de tekez kir, ji bo çareseriya pirsa Kurd divê rêyên siyasî vekirî bin û got: "Dema ku rê û rêbazên siyasî li pêşiya Kurdan tên girtin, ev yek dihêle ku hinek berê xwe bidin rêyên din. Ji ber vê yekê, ji bo ku têkoşîna Kurdan bi tevahî di qada siyasî de bimîne, divê astengiyên li pêşiya siyasetê werin rakirin. Daxwaza demokrasiyê divê ji bo hemû aliyan yek be."
Kaya got jî, ger opozîsyon û desthilat jî di mijara demokrasiyê de cidî bin, divê bi hevre li dijî pêkanînên nedemokratîk derkevin û ruhê demokrasiyê bi rastî biparêzin.