Li Xurmatûyê teqe li bingeheke PDKê hat kirin

Xurmatû
Xurmatû

Navenda Nûçeyan (K24) - Derengê şeva borî sê kesan di timbêlekê de li bajarkê Xurmatûyê teqe li navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Berpirsê Navçeya Xurmatûyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îsmaîl Delo ji Kurdistan24ê re ragihand, “Sê kesên serxweş di timbêleke Toyota Land Cruiser de bûn û teqe li navçeyê kir.”

Îsmaîl Delo herwesa got, “Kesên ku teqe kiriye hatine naskirin û du ji wan hatine girtin.”

 
Fly Erbil Advertisment