Dana Ebdilkerîm: Piraniya projeyên rêyan li Germiyanê tên bicîhanîn

Dana Ebdilkerîm
Dana Ebdilkerîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Birêveberiya Serbixwe ya Germiyanê amaje da ku, piraniya projeyên rêyan li sînorê wan di dema du salan de hatine bicîhanîn. Eşkere jî kir ku, para şêr bi ber gundan ketiye.

Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dana Ebdilkerîm duhî (Yekşem, 14ê Îlona 2025ê) ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Herêm Caf re ragihand, “27 projeyên rêyan li sînorê Birêveberiya Serbixwe ya Germiyanê tên bicîhanîn.”

Wezîrê Avedankirin û Xwecihkirinê eşkere jî kir, “Ew proje ji şeş piran pêk tên, tevî qîrkirina hejmareke rêyan. Projeya sereke, ku ji rêya Kelar-Derbendîxanê pêk tê, 100% temam bûye. Ev jî xizmeteke berçav ji bo welatiyên Germiyanê dike. Hejmara giştî ya gojimê wan projeyan jî 454 milyar dînar in.”

Serperiştê Birêveberiya Serbixwe ya Germiyanê Celal Şêx Nûrî jî ji aliyê xwe ve ji Kurdistan24ê re ragihand, “Ev du sal ji bo rêyên Birêveberiya Germiyanê zêrîn in, ji ber ku piraniya projeyên rêyan li wê deverê hatine destpêkirina.”

Celal Şêx Nûrî herwesa got, “Ji wan projeyan jî, para şêr bi ber gundan ketiye, piraniya rêyên gundan di plana sereke ya karî de cih girtiye û karkirin li ser pareke zêde ya wan bidawî hatiye.”

Serperiştê Birêveberiya Serbixwe ya Germiyanê amaje jî da, “Temamkirina vê rêyê dê Birêveberiya Germiyanê bi parêzgehên din ên Iraqê ve girê bide. Tevî vê rastiyê jî, ev yek bûye sedema vejîna gundan.”

 
Fly Erbil Advertisment