Çarenivîsa "Mafê Hêviyê" yê Ocalan li Konseya Ewropayê tê gotûbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe de, li ser pêkanîna "Mafê Hêviyê" ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotûbêjan bike. Li gel vê yekê, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, welatî ji bo daxwaza vî mafî daketin qadan û parêzerên Ocalan jî tekez dikin ku divê Tirkiye bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pabend be.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civînên xwe yên navbera 15-17'ê vê mehê de, ku çavdêriya pêkanîna biryarên DMME dike, dê careke din dosyeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bike rojeva xwe. Tê payîn ku di civînên sê-rojî de, Komîte dê li ser rewşa Tirkiyeyê ya di warê pêkanîna "Mafê Hêviyê" de raweste, ku ev maf derfetê dide girtiyên heta hetayê ku piştî demekê cezayê wan ji nû ve were nirxandin.

Parêzer Erol: "Pêkanîna Mafê Hêviyê dê ji bo her kesî bi sûd be"

Parêzerê Abdullah Ocalan Faîq Ozgur Erol derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, divê Tirkiye dev ji înkarkirina vî mafî berde û ji bo pêkanîna wê çarçoveyeke yasayî ava bike. Erol wiha axivî:

"Ev mijar hem ji aliyê yasayî ve li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û destûra bingehîn, hem jî wekî biryareke mirovî, pêdivî bi pabendiyê heye. Pêkanîna Mafê Hêviyê dê ji bo me hemûyan bi sûd be. Mafê Hêviyê ne tenê ji bo birêz Ocalan e, ew prensîbeke gerdûnî ye ku ji bo her kesî derbas dibe. Dema ku ev maf ji bo her kesî were cîbicîkirin, dê bibe destkeftiyek. Divê em ji vê perspektîfê li mijarê binêrin."

Mafê Hêviyê çi ye?

"Mafê Hêviyê" prensîbeke hiqûqî ye ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye pejirandin. Li gorî vê prensîbê, divê her girtiyek ku cezayê heta hetayê lê hatiye birîn, piştî derbasbûna demekê (bi gelemperî 20-25 sal) xwedî maf be ku cezayê wî ji nû ve were nirxandin û derfeta azadbûna bi şert jê re were dayîn.

DMME di biryara xwe ya 18'ê Adara 2014'an de, cezayê hetahetayê yê bêderfet a azadbûnê ku li Abdullah Ocalan hatibû birîn, wekî binpêkirina madeya qedexekirina îşkence û muameleya xerab a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nirxandibû. Dadgehê biryar dabû ku divê Tirkiye "Mafê Hêviyê" bide Ocalan.

Helwesta Tirkiyeyê û Daxwazên Gel

Ligel biryara DMME, desthilatdariya Tirkiyeyê heta niha ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re ragihandiye ku "Mafê Hêviyê" ew kesên ku ji ber "dozên terorê" hatine cezakirin, nagire.

Li aliyê din, daxwaza pêkanîna vî mafî ji bo Ocalan, yek ji xalên sereke yên aliyên Kurd e. Ji bo vê armancê, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakî û meşên girseyî tên lidarxistin û tê payîn ku di rojên pêş de ev çalakî zêdetir bibin. Xwepêşander daxwaz dikin ku rê li ber azadiya Ocalan were vekirin.

 
Fly Erbil Advertisment