Wezîrê Perwerdeyê: Di kabîneya nehê de 214 dibistan hatine avakirina

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, îsal 10 hezar mase û kursî, 20 avahiyên nû yên dibistanan û 309 odeyên xwandinê dê ji xwendekaran re bên dabînkirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Amadekarî ji bo sala xwendinê ya 2025-2026ê bi temamî hatine kirin, 10 hezar mase û kursî ji bo xwendekaran ji hêla hikûmetê û rêxistinan ve hatine amadekirin, 28 avahiyên nû yên dibistanan hatine amadekirin û dê bikevin di xizmeta xwendekaran de, ku dibin 309 odeyên xwandinê. Herwesa karkirin li ser 30 dibistanan jî berdewam e, ku dibin 473 odeyên wandinê.”
214 dibistan û 629 odeyên xwandinê yên nû hatine çêkirin
Wezîrê Perwerdeyê herwesa got, “Di kabîneya nehê de, 214 dibistanên nû bi 629 odeyên xwandinê hatine çêkirin, û bi tevahî 110 hezar cihên nû ji bo xwendekaran di vê kabîneyê de hatine çêkirin, tevî nûjenkirina hezar û 670 dibistanên din. Îsal 434 dibistanên din jî hatine nûjenkirin.”
Zêdetirî 22 milyon pirtûkên nû hatine çapkirin
Alan Heme Seîd herwesa got, “Her di vê kabîneyê de, ji 139 dibistanan bo 11 dibistanan kêm bû. Par me bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re 141 odeyên nû yên xwandinê çêkirin, ku 40 ji wan li Germiyanê bûn, herwesa zêdetirî 22 milyon pirtûkên nû jî hatin çapkirin û ji hemî rêveberiyên perwerdeyê yên li hemî parêzgeh û rêveberiyên serbixwe re hatin şandin.”
8.5 milyon lîtrên nefta spî ji dibistanan re hatine dabînkirin
Navbirî amaje jî da, “Projeya çapkirina dezgehên neteweyî dê di du salên pêş de biqede. Hemî guhertinên ku di bernameyên xwandinê de hatine kirin bi mamosta û şarezayên navxweyî hatine kirin. Encûmena Wezîran û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xerckirina zêdetirî heşt milyon lîtrên nefta spî razî bûye û ji bo hemî parêzgeh û rêveberiyên serbixwe re şandine.”
Milyonek û 800 hezar xwendekar di sektora giştî de hene
Eşkere jî kir, “Me îsal 148 hezar mamostayên damezrandî û girêbest hene, tevî 33 hezar fermanberan li Wezareta Perwerdeyê, milyonek û 800 xwendekar di sektora giştî de û 154 hezar xwendekar jî di sektora taybetî de hene, tevî hebûna 6 hezar 844 dibistanên giştî û nêzîkî 594 dibistanên taybetî.
139 hezar xwendekar li pola yekê hatine qeydkirin
Wezîrê Perwerdeyê herwesa ragihand, “Qeydkirina xwandekaran li pola yekê ya dibistana bingehên berdewam e û heta îro (Pêncşem, 18ê Îlona 2025ê) 139 hezar xwendekar hatine qeydkirin, lê ev hejmar zêde dibe û li gorî pêşbîniyan, nêzîkî 160 hezar xwendekaran dê îsal li pola yekê ya dibistana bingehên dewamê bikin.”
Îsal guhertin di kincên xwendekaran de nayên kirin
Herwesa got, "Me kariye 20 hezar derçûyên danemezrandî li dibistanên taybetî bikin mamosta. Li Silêmaniyê, dibistan dê dewamê bikin û ji bo îsal guhertin di kincên xwendekaran nayên kirin, lê sala bê dê bên kirin.”
Jîriya çêkirî dê li 50 dibistanan bi awayekî ezmûnkî bê xwandin
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Jêrxaneyeke teknolojîk a baş hatiye avakirin, îsal li 50 dibistanan em dê bi awayê ezmûnkî navenda yekê ya xwandinê ya Iraq û Kurdistanê bin ji bo xwandina jîriya çêkirî. Di dema borî de, me 300 mamostayên berê vegerandine."