Dijeterora Iraqê serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyeyê kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) - Dijeterora Iraqê ragihand ku, wan bi hevahengiya hêzên Hevpeymanan serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li nav axa Sûriyeyê kiriye armanc.

Dijeterora Iraqê îro (În, 19ê Îlona 2025ê) di daxuyaniyekê de got, “Li gorî rênimayên Serokê Encûmena Wezîran û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Dezgeha Dijeterorê Ferîqê Yekê Kerîm Temîmî, operasyonek ji bo kuştina Omer Ebdilqadir Besam hat kirin û ew hat armanckirin, ku bi navê Ebdirehman Helebî tê nasîn û yek ji serkirdeyên herî navdar ên rêxistina terorîst a DAIŞê ye.”

Dezgeha Dijeterora Iraqê herwesa ragihand, “Ew operasyon serê sibeha îro (În, 19ê Îlona 2025ê) li nav axa Sûriyeyê bi hevahengiya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî hatiye kirin.”

Wekî ku hatiye eşkerekirin, terorîst Helebî postê Berpirsiyarê Operasyon û Ewlehiya Derve di wê rêxistinê de hebû, berpirsiyarê plandanan û çavdêriya "parêzgehên dûr" bû.

Wî herwesa rasterast li ser teqîna li Balyozxaneya Îranê li Libnanê kar kiriye û bizav kiriye ku operasyonên terorîstî li Ewropa û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê jî bike, bi bizavên îstîxbaratî hatin pûçkirin.

 
Fly Erbil Advertisment