Mûsa Anter li cihê ku hatibû kuştin hat bîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di salvegera kuştina nivîskar û rojnameger Mûsa Anter de li Diyarbekirê bernameyek biranînê hat li darxistin û beşdaran qurnefîl danîn cihê Mûsa Anter lê hatî kuştin. Siyasetmedar, rojnameger û endamên malbata Mûsa Anter amaje kirin ku Mûsa Anter neteweperwerek hêja yê kurd bû û xizmetek girîn daye çand û zimanê kurdî.

Beriya 33. Salan di 20ê îlona 1992yê de nivîskar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter li Diyarbekirê di êrîşeke çekdarî de di temenê xwe yê 72yê de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera kuştina Mûsa Anter de li kolana ku lê hatibû kuştin bernameyek bîranînê hat lidar xistin û rojnameger, siyasetmedar, hevşdaredar û endamên malbata Mûsa Anter beşdarî bîranînê bûn û amaje kirin ku Mûsa Anter heta dawiya jiyana xwe jî doza neteweyî meşand û ked û xizmeta wî ya bo çand û zimanê kurdî hêja ye.

Kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter got: “Piştî serhildana Agiriyê ya 1938an li ser Çiyayê Agirî hatibû nivîsîn ku “Kurdistan miriye û di bin vê axê de ye” îsa bavê min û hevalên wî ew ax ji ser wê gorê rakirin. Niha hîn jî ramanên wî doza wî zindî ne.”

Beşdarên çalakiya bîranîna Mûsa Anter qurnefîl danîn cihê ku Mûsa Anter lê hatibû kuştin û siyasetmedaran jî bal kêşandin ku Mûsa Anter bi helwest û xebatên xwe yên neteweyî kariye din ava kurdan de bibe rewzek neteweyî

Parlementerê DEM Partî yê Diyarbekirê Mehmet Kamaç got: “Wek rewşenbîrekî, wek nivîskarekî, wek rojnamegerekî Apê Mûsa kesyetek girîng bû û di nava civakê de mirovek bibandor bu û ji ber wê jî dijmin jî bi vê bandora wî baş dizanîn ji ber wê ew hat qetilkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment