Li Dîlokê Pêşangeha "Ha Heleb Ha Dîlok" bi beşdariya şêwekarên Kurd, Sûrî û Tirk vebû
Li Dîlokê Pêşangeha "Ha Heleb Ha Dîlok" bi beşdariya şêwekarên Kurd, Sûrî û Tirk vebû

Li Dîlokê Pêşangeha "Ha Heleb Ha Dîlok" bi beşdariya şêwekarên Kurd, Sûrî û Tirk vebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, pêşangeheke hunerî ya hevpar a hunermendên Sûrî û Tirk bi navê "Ha Heleb Ha Dîlok" di navbera 13 û 21ê Îlonê de, bi sponseriya Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê hate vekirin. Armanca pêşangehê ew e ku pêwendiyên dîrokî, çandî û civakî yên di navbera her du bajaran de bi rêya hunerê nîşan bide.

Şêwekarê Kurd ê ji Efrînê Selah Hemîd, ku yek ji beşdarên pêşangehê ye, ji Kurdistan24 re derbarê armanc û felsefeya pêşangehê de axivî û got ku ev pêşangeh beşek ji "Festîvala Rêya Çandê" ye ku her sal li seranserê Tirkiyeyê tê lidarxistin.

Hemîd diyar kir, bîrokeya pêşangehê ew e ku hunermendên ji her du aliyan, bi rêya berhemên xwe yên hunerî (tabloyên zeytî, akrîlîk û avî) du mijarên sereke nîşan bidin: Heleb û Dîlok.

Herwiha got: "Armanca me ew bû ku em pireke hunerî di navbera du bajarên cêwî de ava bikin. Bi vê pêşangehê, me xwast em ne tenê hemanhengiya fizîkî ya kolan û avahiyan, lê belê ruhê hevpar û pêwendiya psîkolojîk a şêniyên wan jî ji nû ve zindî bikin."

Selah Hemîd bal kişand ser dîroka hevpar û got: "Di dema Osmaniyan de, Dîlok, Mereş û Bîracîk beşek ji Wîlayeta Helebê bûn. Ango, bi sedan salan di navbera her du bajaran de hevahengiyeke aborî, civakî û siyasî hebû. Ev yek jî kilîta berhemên di pêşangehê de ye."

Şêwekar Selah Hemîd tekez kir: "Yek ji armancên sereke ew e ku em van hevanhengiyan nîşan bidin û bi kêmanî di aliyê çandî de sînoran rakin, ji ber ku huner yek ji wan zimanên ragihandinê ye ku sînorên destçêkirî hildiweşîne."

Di pêşangehê de berhemên van hunermendan Selah Hemîd, Elî Elo, Îyas Cafer, Heysem Selmo, Mistefa Têt, Ehmed Ogrêten, Huseyîn Unlu, Îfet Nûr Alan, Mêlîka Hîlal Kirka, Serdar Okan tên nîşandan.