Ehmed Şera li New Yorkê: Me pêşniyara tevlîbûnê li HSDê kir, mafên Kurdan parastî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, beşdarî Lûtkeya Concordiayê ya li New Yorkê bû û derbarê pêşeroja Sûriyeyê, mafên Kurdan û têkiliyên navneteweyî de daxuyaniyên girîng dan. 

Li gorî ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê, Lûtkeya Concordiayê li perawîza civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin û Ehmed Şera di axaftina xwe de li  bal kişand ser mijara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û got: “Me pêşniyar li HSDê kir ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe û me tekez kir ku mafên Kurdan parastî ne, lê di cîbicîkirina lihevkirinê de sistî û giranî çêbû.” 

Ehmed Şera destnîşan kir jî, "Pêwîst e em bigihîjin çareseriyên aştiyane û ew bi lez bikevin warê cibicîkirinê, bi taybetî jî lihevkirina bi HSDê re ya 10ê Adara borî."

Şera herwiha diyar kir, hikûmeta nû li ser bingeha "beşdariyê" û "karsaziyê" hatiye avakirin, ne li ser parvekirina mezhebî. 

Herwiha da zanîn jî, armanca wan ew e ku têkiliyên Sûriyeyê bi hemû welatan re aram bin û Sûriye ji bo ti aliyekî nebe çavkaniya gefê.

Peyam ji bo Amerîka û Îsraîlê

Serokê Sûriyeyê da zanîn, bi hilweşîna rejîma berê re, ji bo herêmê qonaxeke nû ya dîrokî dest pê kiriye û berjewendiyên Sûriye, Rojava û Amerîkayê îro li hev tên. Herwiha wî spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir, ji ber rakirina cezayan û bang li Kongresê kir ku cezayan bi temamî rake.

Derbarê Îsraîlê de, Şera got ku ew êrişên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê û dagirkirina Golanê qebûl nakin, lê ji ber ku Sûriye di qonaxa avakirinê de ye, ew dixwazin xwe ji şer dûr bixin. 

Herwiha got: “Pêwîst e Îsraîl ji axa Sûriyeyê vekişe. Wê demê dibe ku danûstandin bipêş bikevin.”

Hevdîtina bi David Petraeus re

Ehmed Şera di Lûtkeya Concordiayê de, hevdîtin û diyalog bi Rêveberê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) re kir.

Hevdîtin wek bûyereke sembolîk hat dîtin, ji ber ku berê rêveberiya Amerîkayê 10 milyon dolar xelat danîbû ser serê Şera. Tevî vê paşxaneya aloz, hat ragihandin ku hevdîtin di “atmosfereke aram” de derbas bûye.

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment