Şera li New Yorkê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şera Ehmed Şera li perawîza civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê, bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya. 

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Amerîkayê, Rubio bi Şera're li ser hewlên ji bo dîtina welatiyên Amerîkî yên li Sûriyeyê windabûyî axiviye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Wezîrê Amerîkî tekezî li ser wê yekê kiriye ku Amerîka piştî biryarên dawî yên Serok Donald Trump ên ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê, "derfeteke guncaw li pêşiya Sûriyeyê dibîne da ku dewleteke bi îstîkrar û serwer ava bike."

Herwiha, di hevdîtinê de bal hat kişandin ser "girîngiya têkiliyên Îsraîl-Sûriyeyê di xurtkirina ewlehiya herêmî de". Li gor daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser "pêwîstiya berdewamkirina hevkariyê di hewlên têkoşîna li dijî terorê de" kirin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi xwe jî li ser hesabê xwe yê fermî yê li ser platforma X derbarê hevdîtinê de peyamek belav kir û nivîsand:

"Ez bi Serokê Sûriyeyê Şera re derbarê armancên me yên hevpar ji bo Sûriyeyeke aram û serwer û hewlên berdewam ji bo anîna ewlehî û bextewariyê ji bo hemû Sûriyan civiyam. Me herwiha li ser cîbicîkirina daxuyaniya dîrokî ya Serok Trump a derbarê sivikkirina cezayan de û girîngiya têkiliyên Îsraîl-Sûriyeyê jî gotûbêj kir."

Tê çaverêkirin ku Şera îro Sêşemê di vekirina rûniştina 80'emîn de gotarekê pêşkêş bike. Bi vê yekê, ew dibe yekemîn Serokê Sûriyeyê ku ji sala 1967'an û vir ve beşdarî Komîta Giştî ya Neteweyên Yekgirtî dibe.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment