Mesrûr Barzanî li ser kuştina Ekber Hacî Rustem: Divê tawankar zû werin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 23ê Îlonê, derbarê kuştina kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê dêrîn ê Germiyanê Ekber Hacî Rustem de peyameke sersaxiyê belav kir û tawan bi tundî şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, got: "Sersaxiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên rêzdar ên kesayetiyê niştimanperwer ê naskirî yê Germiyanê, Ekber Hacî Rustem dikim û ez hevparê xema wan im. Herwiha bi awayê herî tund terorkirina wî şermezar dikim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kir ku di zûtirîn dem de kujeran bibînin û got: "Pêwîst e sazî û dezgehên deverê di zûtirîn dem de, ji bo dîtina tawankaran lêpirsîneke pêwîst bikin û rêkarên yasayî bigirin ber."

Di dawiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî wiha got: "Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û aramî û hedariyê bide malbat, dost û hevalên wî."

Bûyer Çawa Qewimîbû?

Pêşmergeyê dêrîn û kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Ekber Hacî Rostem, duh êvarê (22ê Îlonê) li gundê xwe "Omerbil" a ser bi qezaya Kifrî ve, di nav baxê xwe de kuştî hatibû dîtin.

Kurê wî yê mezin, Koçer derbarê bûyerê de ji K24ê re ragihandibû, bavê wî piştî çûye baxê xwe pêwendî pê re qut bûye û paşê termê wî li wir dîtine. 

Koçer herwiha eşkere kiribû ku li gor kamerayên çavdêriyê, otomobîla bavê wî piştî bûyerê hatiye dizîn û wî jî bang li dezgehên ewlehiyê kiribû ku rastiyê eşkere bikin û sûcdaran radestî dadgehê bikin.

 
Fly Erbil Advertisment