Şaxewan Ebdila: Divê kujerê Ekber Hecî Rûstem bi zûtirîn dem bê eşkerekirin

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got, “Eger destekî siyasî li pişt kuştina Ekber Hecî Rûstem hebe, em dê tundtirîn lêkolîn bikin û destê PDKê di vê mijarê de dirêj e.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdila îro (Sêşem, 23ê Îlona 2025ê) li ser kuştina Ekber Hecî Rûstem ji rojnamevanan re got, “Em li benda encamên lêkolînan in, da ku kujer bi zûtirîn dem bê eşkerekirin.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê daxwaz ji dezgehên ewlehiyê kir ku, kujerê Ekber Hecî Rûstem eşkere bikin û xwîna wî belaş neçe.

Şaxewan Ebdila tekez jî kir, “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li benda encamên lêkolînan e.” Tekez jî kir, “Eger destekî siyasî li pişt kuştina Ekber Hecî Rûstem hebe, em dê tundtirîn lêkolîn bikin û destê PDKê di vê mijarê de dirêj e.”

Kesayetiyê navdar ê devera Germiyanê û kadroyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ekber Hecî Rûstem derengiya şevêdî (Duşem, 22ê Îlona 2025ê) li nav baxçeyê xwe yê di navbera gundên Omerbil û Fetah Omer de hat kuştin.

Berdevkê Polîsên Germiyanê Elî Cemal Qidûrî di daxuyaniyekê de di derheqa wê bûyerê de eşkere kir, “Ekber Hecî Rûstem, ku li sala 1955ê ji dayik bûye, li nav zeviya xwe ya çandiniyê hatiye kuştin û şûnwarên fîşekan li ser termê wî hene.”

Berdevkê Polîsên Germiyanê herwesa ragihand, “Li gorî lêkolînên destpêkî, timbêl û mobîlên kesê kuştî hatine dizîn.”

 
Fly Erbil Advertisment