Li Şamê komxebatek: Federalîzm çareserî ye, ne parçekirin e

Şam (K24) – Li Şamê, paytexta Sûriyeyê, bi hevkariya Rêxistina Zeyl a Pêşvebirin û Jîngehê, komxebatek li ser paşeroja Sûriyeyê û sîstema federalîzmê hat lidarxistin. Di komxebatê de, ku gelek nûnerên desthilatê, hikûmetê, civaka sivîl û aliyên dînî beşdar bûn, girîngiya qonaxa nû û pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ji bo parastina yekîtiya Sûriyeyê û bidawîanîna şer hat gotûbêjkirin.

"Federalîzm ne tenê ji bo Kurdan e"

Endamê Civata Navenda Ewropî bo Lêkolînên Kurdî Siyamend Haco, ku yek ji beşdarên komxebatê bû, amaje bi wê kir ku armanca sereke zelalkirina konsepta federalîzmê ye. 

Haco ji Kurdistan24 re got: "Pêwîst e em zelal bikin ka mebesta me ji federaliyê çi ye û çima ji bo paşeroja Sûriyeyê pêwîst e. Divê were fêmkirin ku federalîzm ne tenê ji bo Kurdan baş e; ew ji bo Durzî, Elewî û Erebên Sunî jî, ango ji bo tevahiya Sûriyeyê, çareseriyeke baş e."

Modela Almanyayê wek Mînak

Di komxebatê de, pispor û akademîsyenan jî nêrînên xwe pêşkêş kirin. Dr. Sorên Kayil, mamosteyê li Zanîngeha Pasaw a Almanyayê, behsa ezmûna welatê xwe kir û sê dersên girîng ji bo Sûriyeyê destnîşan kirin:

- Avakirin: Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Almanya bi temamî wêran bûbû lê karî welatê xwe ji nû ve ava bike. Sûriye jî dikare aboriyeke bihêz ava bike.

- Demokratîkbûn: Almanya ji dîktatoriyê derbasî demokrasiyê bû. Sûriye jî dikare fêrî demokrasiyê bibe.

- Federalîzm: Almanyayê sîstema federalîzmê ji bo ji nû ve avakirina welat bi kar anî, û ev yek dikare ji bo Sûriyeyê bibe mînakeke girîng.

"Partiya Beisê Wateya Federalîzmê Şaş Nîşan Da"

Lêkoler Ebid Îsa jî bal kişand ser propagandaya ku di dema desthilatdariya Partiya Beisê de li dijî sîstema federalîzmê hatiye kirin û got: "Ev komxebat girîng e ji ber ku wateya federalîzmê bi awayekî şaş hatibû fêmkirin. Partiya Beisê hewl da ku federalîzmê wek cudakirin û parçekirina welat nîşan bide. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku em vê wateya şaş ji mejiyê xelkê derxin û rastiya wê zelal bikin."

 
Fly Erbil Advertisment