Joshua Harris: Amerîka pabendî pêşxistina pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 24ê Îlonê, pêşwazî li Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris û şandeke pê re kir.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Harris di erka wî ya nû de xwest.

Di civînê de, pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Herwiha, her du aliyan derbarê guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rewşa aborî û giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên giştî yên bê yên Iraqê de, nêrînên xwe guhartin.

Her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Amerîkayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin. Di vê derbarê de, Joshua Harris behsa berjewendî û nirxên hevpar ên Amerîkayê li gel Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku Amerîka pabendî pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevpar e.

Mijara herî girîng a civînê, mafên darayî û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bû. Li ser vê mijarê, her du alî hevnêrîn bûn ku "pêwîst e di zûtirîn dem de dosyeya darayî, mûçe û mafên Herêma Kurdistanê werin yekalîkirin û bi şêweyekî yekcarî bên çareserkirin."

Metirsiyên terorê û rûbirûbûna gefên DAIŞ'ê, pêşhatên Rojhilata Navîn û rewşa herêmê bi giştî, mijarên din ên hevdîtinê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment