Ehmed Şera hevdîtin bi Donald Trump re kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera di çarçoveya 80emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de li New Yorkê, hevdîtin bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kir.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) îro 25ê Îlonê belav kir, Ehmed Şera di çarçoveya pêşwaziyekê de, hevdîtin bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevjîna wî Melania Trump re kir. 

Ev hevdîtin wek duyemîn hevdîtina di navbera Şera û Trump de tê tomarkirin, piştî hevdîtina wan a yekem ku di Gulana borî de li Riyadê pêk hatibû.

Herwiha Ehmed Şera duh di 80emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) de, di gotara xwe de, bal kişand ser rewşa navxweyî ya Sûriyeyê, têkiliyên derve û projeyên ji nû ve avakirina welat. Herwiha wî êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Sûriyeyê şermezar kir û pabendbûna welatê xwe bi Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an dubare kir.

Şera Sûriye wek "çîrokeke ku hest û dilan dihejîne û êşê tevlî hêviyê dike" bi nav kir. Li gorî wî, ev çîrok "têkoşîneke di navbera qencî û xerabiyê de ye; rastiyeke lawaz ku tenê Xwedê pişta wê digire, li hemberî neheqiyeke bihêz ku xwediyê hemû amûrên kuştin û wêrankirinê ye."

Herwiha got: "Çîroka me derseke dîrokî û nimandina nirxên bilind ên mirovahiyê ye di vî şerê bêdawî yê navbera rast û çewt de. Vegotina Sûriyeyê rûpeleke nû di vê têkoşînê de dinivîse, rûpeleke tijî dahênan, rûbirûbûn, vîn, sebir, êş, qurbanîdan û rizgarî."

Şera xwe wek nûnerê "Şamê, paytexta dîrokê û landika şaristaniyan" da nasîn û got ku Sûriye 60 salan di bin nîrê rejîmeke ne rewa de êş kişandiye, ku nirxên welat û gelê wê binpê kirine û bi salan zilm li wan kiriye.

Serokê Sûriyeyê anî ziman ku gelê Sûriyeyê "rabû ser piyan û doza azadî û rûmeta xwe kir, lê bi kuştin, biçûkxistin, şewitandin, destdirêjî û koçberkirinê re rûbirû bû." Li gorî gotina wî, rejîma berê "rêbazên herî hovane yên îşkence, kuştin, koçberkirin û aloziyên mezhebî" bi kar anîn, "madeyên hişber wek çek bi kar anîn," û di encamê de "nêzîkî milyonek kes kuştin, îşkence li sed hezaran kirin, dora 14 milyon kes koçber kirin, nêzîkî du milyon mal wêran kirin û di zêdetirî 200 êrişên belgekirî de çekên kîmyewî li dijî gelê Sûriyeyê bi kar anîn."

Di dawiya gotara xwe de, Ehmed Şera behsa serketina gelê Sûriyeyê li hemberî vê rejîmê kir û got: "Vî gelî ti bijaredeyeke din li pêş wî nebû, ji bilî ku rêzên xwe birêxistin bike û xwe ji bo rûbirûbûneke dîrokî ya mezin di operasyoneke leşkerî ya bilez de amade bike. Rûbirûbûnek ku sîstemeke tawanbar a 60 salî hilweşand."

Herwiha tekez kir ku ev operasyon "tijî rehm, qencî û serweriya efû û lêborînê bû" û "di encamê de nebû sedema koçberbûna ti mirovî an kuştinê."

Şera gotina xwe wiha bi dawî anî: "Belê, me serketin ji bo bindestan, îşkencekiriyan û koçberên bi zorê bidest xist. Me serketin ji bo dayikên şehîdan û kesên windakirî bi dest xist. Me ji bo we hemûyan, ji bo paşeroja zarokên me û zarokên we serketin bidest xist. Me rê ji bo vegera koçberan bo malên wan xweş kir."

 
Fly Erbil Advertisment