Nûnera MSDê li Amerîkayê: Şanda Sûriyeyê yekreng e û Kurd tê de nînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê Sînem Mihemed ragihand, şanda fermî ya Sûriyeyê nûnertiya Kurdan nake û ew wek şandeyeke "yekreng û yekpartî" binav kir. Sînem Mihemed herwiha hemû hevdîtinên di navbera MSD û hikûmeta Sûriyeyê de li Washingtonê red kirin.
Sînem Mihemed li New Yorkê ji K24ê re diyar kir, ne wê û ne jî MSDê ti hevdîtinek bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera an jî şandeyên wî re pêk neaniye û got: "Şanda Sûriyeyê şandeyeke yekreng û yekpartî ye û ti Kurd di nav de nînin."
Herwiha Nûnera MSDê li Amerîkayê, nebûna dengê Kurdan di nûnertiya fermî ya Sûriyeyê de wek "nîşaneke eşkere ya berdewamiya paşguhkirinê" di pêvajoya veguhêz a siyasî de nirxand.
Sînem Mihemed da zanîn, ew ji bo beşdarbûna di civîneke NYê de li ser rola jinan di pêşxistina aştî û ewlehiyê de li New Yorkê ye, ku tê de berpirs, wezîr û dîplomatên ji Japon, Norwêc, Siwêd, Kanada, Fransa û Afrîkaya Başûr beşdar dibin.
Herwiha tekez kir, diyalog tekane rêya çareseriyê ji bo Sûriyeyê ye û got: "MSD Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî dixwaze ku tê de hemû civak – Kurd, Ereb, Elewî, Durizî û Xiristiyan – karibin beşdar bibin."