Bayrem Bozyel: Bêyî destûreke nû, pirsa Kurd çareser nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Bayrem Bozyel, derbarê "Komîsyona Aştiyê" ya ku ji aliyê parlamentoyê ve hatiye avakirin de ragihand, ew çekdanîna PKKê wek gaveke erênî dibînin, lê pêwîstî bi çêkirina destûreke nû heye ku maf û azadiyên miletê Kurd garantî bike.

Bayrem Bozyel ji K24ê re diyar kir, komîsyona ji aliyê hikûmeta AK Patî û MHPê ve hatiye avakirin, armanca wê ya sereke ew e ku "zemîneke yasayî" ji bo vegera çekdarên PKKê û kesên li derveyî welat û herwiha azadkirina girtiyan amade bike.

Bozyel helwesta partiya xwe anî ziman û got: "Em wek Partiya Sosyalîsta Kurdistanê, çekberdana PKKê gaveke erênî dibînin. Çekberdana PKKê di berjewendiya miletê Kurd de ye, ji ber ku heta niha zerareke mezin daye Kurdan, hem li Bakur, hem li Başûr, hem Rojava û hem jî Rojhilat."

Lê belê Bozyel tekez kir, ji bo serketina vê pêngavê, divê hikûmet jî berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Wî got: "Divê ji bo çekberdanê gavên cidî û berbiçav werin avêtin, da ku yên ji çiya tên xwarê karibin vegerin nav karê siyasetê an jî jiyana xwe ya rojane. Heke hikûmet bi biryar nebe û gavên berbiçav neavêje, eger heye ku ev pêvajo were sabotekirin û biser nekeve."

Serokê Giştî yê PSKê nêrîna hikûmetê ya li ser çareseriyê rexne kir û got: "Aliyê dewletê dixwaze bibêje ku bi çekberdana PKKê pirsa Kurd safî dibe. Ev şaşiyeke mezin e. Heke nêrîna hikûmetê ev be, wate ew e ku piştî PKK çek danî jî, dê pirsa Kurd li cihê xwe bimîne û ev qeyran dê dewam bike."

Bozyel anî ziman, giring e Ocalan û Demîrtaş bên berdan, lê pirsa bingehîn ne tenê azadkirina e, belkû "îradeya dewletê û pirsa Kurd bi xwe ye." Li gorî wî, çareseriya rasteqîn bi guhertineke bingehîn pêkan e û got: "Divê em zanibin ku ev destûra heyî ji A heta Zê li dijî Kurdan hatiye avakirin. Bi çend yasayan û bi çekberdana PKKê mesele ne safî dibe. Ji bo vê yekê, hewcedarî bi çêkirina destûreke nû heye ku maf û azadiyên miletê Kurd garantî bike."

Bozyel da zanîn ku "ev pêvajo ne ji ber daxwaza hikûmetê, lê ji ber mecbûriyetê û rewşa Rojhilata Navîn û Rojava dest pê kiriye û got, Tirkiye dibêje ku HSD tevlî Şamê bibe, ji ber ku Tirkiye dibîne, eger Kurd li Rojava bibin xwedî statû, dê ji bo Kurdên Bakur jî bibe nimûneyek, tirsa Tirkiyeyê ev e.” Herwiha got, heta ku ev zîhniyeta înkarker a dewletê neguhere, bidestxistina aştiyê zehmet e.

 
Fly Erbil Advertisment