Qubad Talebanî: lihevkirina Hewlêrê û Bexdayê destkeftiyekî mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got, “Lihevkirina Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser mijara hinardekirina petrolê ji bo xelkê Kurdistan û Iraqê destkeftiyekî mezin e.”
Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro (În, 26ê Îlona 2025ê) ji ber lihevkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser mijara hinardekirina petrolê peyamek li ser rûpela xwe ya Facebookê weşand.
Qubad Talebanî di peyama xwe de got, “Lihevkirina Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser mijara hinardekirina petrolê ji bo xelkê Kurdistan û Iraqê destkeftiyekî mezin e û deriyê çareserkirina bingehîn ji bo hemî pirsgirêk û nakokiyên me yên din li gorî destûrê û bi rêya diyalog û danûstandinên berdewam vedike.”
Navbirî herwesa got, “Piştî vê lihevkirinê, em dê bizavên xwe ji bo dabînkirin û garantîkirina hemî mafên darayî yên xelkê Kurdistanê zêde bikin, ji ber ku piştî gelek salan ji krîz û nakokiyan, niha dema xizmetkarî, avakirin û xebata tevalî ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.”
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, “Ez gelek spasiya tîmên danûstandinan û wan kes û aliyan dikin, ên ku berdewam ji bo serkeftina danûstandinan alîkar û piştevan bûn û bêyî wan ev destkeftiya girîng nedihat bidestxistin.”
Wezareta Petrolê ya Iraqê duhî (Pêncşem, 25ê Îlona 2025ê) di ragehandinekê de amaje da, “Me bi Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên petrolê re li ser dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Cîhanê ya Tirkiyeyê li hev kir.”
Wezareta navbirî mekanîzma hinardekirina petrolê ron kir û got ku, hemî petrola Herêma Kurdistanê radestî şîrketa SOMOyê tê kirin, ew şîrket jî dê bi rêya bendera Ceyhanê hinarde bike sûkên cîhanê, ji bilî petrola mayî ku Herêma Kurdistanê dê li navxwe bi bi kar bîne.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve di ragihandinekê de eşkere kir ku, wan bi Wezareta Petrolê ya Federal û şîrketên petrolê re li ser hinardekirina petrolê li hev kiriye.
Wezareta navbirî amaje jî da ku, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di 48 saetên bê tê destpêkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî her duhî li ser lihevkirina petrolê ragihand, “Ev peyman destkeftiya westiyan û bizavên zêde yên tîm û şandên hemî aliyan bûye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa destxweşî li her kesî û bi taybetî jî xelkê xweragir ê Kurdistanê kir û got, “Di vê roja dîrokî de, bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê astengiyeke mezin ji pêşiya dabînkirina mafên darayî yên xelkê Kurdistanê hat rakirin.”