Li dijî Selahattîn Demîrtaş dozeke nû hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş de, bi hinceta axaftineke wî ya sala 2016an, dozeke nû vekir. 

Di dozê de ku li ser bingeha madeya 301emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK) hatiye amadekirin, ji 6 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê ji Demîrtaş re tê xwestin.

Li gorî îdianameyê, Demîrtaş di axaftina xwe ya di mîtînga “Li dijî şer aştî” ya sala 2016an de li Êlihê pêk hatibû de, “gelê Tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên wê biçûk xistiye”. Axaftinên Demîrtaş ên ku tê de polîtîkayên hikûmetê rexne kirine û behsa bûyerên li Kurdistanê kirine, weke ‘sûc’ hatin hesibandin.

3emîn Dadgeha Cezayên Aslî ya Êlihê îdianame qebûl kir û di çarçoveya dozê de li gorî xala 53emîn a TCKê, daxwaza qedexeya siyasî jî li dijî Demîrtaş tê kirin.

Piştî rakirina parêzbendiya wî, ji Mijdara 2016an û vir ve li bajarên cuda zêdetirî 12 dozên bi heman hincetê (xala 301) li dijî Demîrtaş hatine vekirin.

Rûniştina heftemîn a dozê dê di 9ê Kanûnê de li 3emîn Dadgeha Cezayên Aslî ya Êlihê bê lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye.

 
Fly Erbil Advertisment