Xezal Uzêr: Îro hemû kêlgehên petrokê yên Herêmê dest bi hinardekirinê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebera Giştî ya Peymanan û Karûbarên Aborî li Wezareta Samanên Siruştî Dr. Xezal Uzêr ragihand, îro hemû kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê berhemên xwe hinarde dikin. Herwiha got: "Em hêvîdar in ku kompaniyên navxweyî mafên xwe werbigirin, da ku karibin hilberînê zêde bikin û kêlgehên xwe pêş bixin."

Dr. Xezal Uzêr ji Kurdistan24ê re diyar kir, rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê û bazarên cîhanê, ku nêzîkî sê salan dom kir, bandoreke gelek mezin li ser kompaniyên petrolê yên navxweyî kiriye.

Wê got: "Yek ji faktorên girîng ên veberhênanê ew e ku kompanî parveka xwe bi bihayê herî baş bifiroşe. Lê kompaniyên navxweyî petrola xwe bi bihayekî kêmtir ji nirxê cîhanî difirotin, ev jî bû sedem ku pereyeke kêmtir bikeve destê wan û veberhênana wan lawaz bibe û di encamê de rêjeya hilberîna wan kêm bû."

Xezal Uzêr amaje bi wê jî kir, sedemeke din a kêmbûna hilberînê teknîkî ye, "ji ber ku demeke dirêj e petrol bi rêya boriyan nehatiye şandin." Wê hêviya xwe anî ziman: "Em hêvîdar in ku kompaniyên navxweyî mafên xwe werbigirin da ku karibin berhemanînê zêde bikin û kêlgehên xwe pêş bixin, ji ber ku zêdekirina hilberîna petrolê hem ji bo me û hem jî ji bo Iraqê baş e."

Rêvebera Giştî herwiha da zanîn, wan weke Wezareta Samanên Siruştî reformên baş pêk anîne û wezaret rasterast çavdêriya kompaniyên petrolê dike. Herwiha tekez kir: "Pere şertê sereke ye ji bo kompaniyan, ji ber ku yek ji karên veberhênanê kolandina bîrên nû ye û ev jî pêwîstî bi pereyan heye."

Dr. Xezal Uzêr tekez kir, "îro hemû kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê berhemên xwe hinarde dikin." Herwiha got: "Li gorî yasaya budceyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend e ku rojane 50 hezar bermîl petrolê ji bo bikaranîna navxweyî veqetîne û ya mayî bişîne bendera Ceyhanê ji bo firotinê."

Piştî rawestandineke ku zêdetirî du sal û nîvan dirêj kir, îro 27ê Îlona 2025an, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kir. Li gorî rêkeftina sêalî ya di navbera Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal û kompaniyên petrolê de, dê rojane 190 hezar bermîl petrola xav a Kurdistanê bi rêya kompanyaya Somo li bendera Ceyhanê bê firotin.

 
 
Fly Erbil Advertisment