Mesrûr Barzanî: Rêkeftina hinardekirina petrolê destkefteke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Îlona 2025an, li Konferansa Akademîk a Salvegera "Nîqiyeyê" di gotarekê de ragihand, piştî rawestandineke dirêj, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kiriye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de ev mizgînî da û got: "Piştî rawestandineke nêzîkî du-sê salan a hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên derve, îro careke din, vê sibê petrola Herêma Kurdistanê ji bo bazara cîhanî hat hinardekirin."
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev rêkeftin wek destkefteke mezin binav kir û wiha axivî: "Ev rêkeftina li gel hikûmeta Iraqê destkefteke mezin e ji bo tevahiya gelê Iraqê, bi taybetî ji bo xelkê Herêma Kurdistanê. Ez spasiya hemû wan kesayetî û aliyan dikim ku roleke girîng di serxistina vê proseyê de lîstin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi taybetî spasiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir ji bo rola wan di pêkanîna rêkeftinê de û got: "Li vir ez dixwazim bi taybetî amaje bi rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bikim, çi li Washingtonê, çi balyozê wan li Bexdayê yan jî konsulê wan li vir li Hewlêrê, ku bi rastî piştgirên mezin bûn ji bo serxistina vê proseyê."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku ev rêkeftin di xizmeta welatiyan de be û got: "Careke din ez hêvîdar im ku ev peyman, ev rêkeftin, bibe sedema pêşxistina binesaziya aborî û di xizmeta hemû welatiyan de be."
Îro 27ê Îlona 2025an saet 06:50 xulekan, hinardekirina petrola xav a Herêma Kurdistanê ji kêlgeha Pêşabûrê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve ji nû ve dest pê kir.
Prosesa vekirina boriyê di bin çavdêriya nûnerên Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal a Iraqê de birêve çû.
Destpêkirina hinardekirinê piştî gelek civînên di navbera şandên Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê de pêk hat. Di encamê de, rêkeftineke sêalî di navbera her du wezaretan û kompaniyên petrolê yên biyanî de hat îmzekirin.
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji 25ê Adara 2023an ve, ji ber gilînameyeke Iraqê li dijî Tirkiyeyê li Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê, hatibû rawestandin.