Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê, Alparslan Bayraktar, ragihand ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ji nû ve dest pê kiriye.
Bayraktar li ser tora civakî ya "X" belav kir, îro 27ê Îlona 2025an, di saet 07:07 xulekan de, proseya hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Wezîrê Tirk herwiha amaje bi wê yekê kir, hinardekirina bi rêya vê xetê berê di Sibata 2023an de ji ber bûyerên erdhejê hatibû rawestandin, lê piştre di 4ê Cotmeha 2023an de, borî ji aliyê kompanyaya BOTAŞ ve hatibûn nûjenkirin.
Hinardekirina petrola xav a ji kêlgehên Herêma Kurdistanê li ser bingeha biryareke Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê ya Parîsê di 25ê Adara 2023an de hatibû rawestandin. Lê piştî 30 mehan ji giftûgo û danûstandinên di navbera Wezareta Petrolê ya Federal a Iraqê û Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê de, li gel kompaniyên veberhêner ên petrolê rêkeftineke sêalî ji bo ji nû ve destpêkirina hinardeyê hat îmzekirin.
Li gorî rêkeftina nû, dê rojane nêzîkî 240 hezar bermîl petrola xav li kêlgehên Herêma Kurdistanê bê hilberandin. Ji vê hejmarê, dê 190 hezar bermîl bên hinardekirin û bi rêya kompanyaya Somo bên firotin, herwiha dê 50 hezar bermîl jî ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bên bikaranîn.