Daxwaza parastina baxên Hewselê li gorî pêvanên UNESCOyê tê kirin
Diyarbekir (K24) – Baxên Hewselê yên di cîhanê de bi navûdeng e û di lîsteya UNESCO ya Mîrateya Çandî ya Cîhanî de cih digire ji ber ku baş nayê parastin di bin metirsiyek ciddî de ye. Heta UNESCO hişyaryê dide ku heger pîvanên parastinê neyên cîbicîkirin dibe ku Baxên Hewselê ji Listeya Mîreteyên Çandî ya Cîhanî were derxistin.
Baxên Hewselê yên bi bedewbuna xwe rengekî cawaz dide Diyarbekirê di bin metirsiyea derkirina ji Listeya Mîreteyên Çandî ya Cîhanî ya UNESCOyê de ye. Carcaran ji ber şewatan caran ji ber çandina nebatên di maddeyên hişbir de tên bikaranîn Baxên Hewselê her ku diçe ji dewlemendiya xwe û ji rewşa xwe ya resen dur dikeve. Li gorî pîvanên UNESCOyê divê nebatên maddeyên hişbir de tên bikaranîn û nebatên wel garis di Baxên Hewselê de neyên çandin û divê Baxçevanî jî li gorî kevneşopiya Hewselê were kirin û nebatên ser erd û bin erd, ajalên tê de dijîn werin parastin.
Saziyên sivîl ên bo Hewselê raportan amade kirine jî dibêjin hişyariyên UNESCOyê di cih de ne lê divê UNESCO jî rewşê ji nêzvetir bişopîne.
Endamê Komîsyona Şewirmendiya UNESCOyê Samet Ucaman ji K24ê re got:
“Nûnertiya Rêveberiyên Herêmî ya UNESCOyê li Enqerê ye û ji ber ku ne li vir e di standina berigriyan de di cîbicîkirina biryaran de di xebatên parastinê de pirsgirêk derdikevin. Ji ber wê divê UNESCO nunertiyek a rêveberiyên herêmî li Diyarbekirê jî bide vekirin.”
Baxên Hewselê di cîhanê de bi navuden g e û sudeke girîng dide geştiyariya Diyarbekirê jî û kompaniyên geştiyariyê dibêjin berpirsiyariya hemu aliyan e ku li Baxên Hewselê xwedî derbikevin.
Rêveberê Kompaniya Geştyariyê Mewlud Bagirmaz dibêje: “Bo parastina Baxên Hewselê divê rêveberiyên herêmî û rêveberiyên navendî projeyên parastinê amade bikin. Parastina Baxên Hewselê bi gel tenê çênabe divê divê sazîyên fermî û rêveberî vê yekê bikin. Hewsel di cîhanê de bi navudeng e. Eger ji UNESCOyê were derxistin ev yek bo me jî kêmasî ye.”
Baxên Hewselê di sala 2015an de ketibû Lîsteya Mîrateyên Çandî Ya Cîhanî Ya UNESCO de , lê niha ji ber ku baş nayê parastin di bin metirsiya derketina ji lîsteya UNESCOyê de ye.