Serok Barzanî salvegera damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ji bo bîranîna damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê peyamek weşand û tê de karên wê êzgeyê di veguhastina dengê şoreşê û nûçeyên mêrxasiyê û dastanên Pêşmergeyan ji bo xelkê seranserî Kurdistanê de bilind nirxandin.
Baregayê Barzanî duhî (Şemî, 27ê Îlona 2025ê) ji bo bîranîna damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê ragihandinek weşand û tê de amaje da, "Bi helkefta salvegera 62ê ya damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê, ez bi germî pîrozbahiyê li rêveber û karmendên Êzgeyê Dengê Kurdistanê, cemawer û alîgirên PDKê û xelkê Kurdistanê dikim.”
Çavkaniya navbirî herwesa ragihand, "Damezrandina Êzgeyê Dengê Kurdistanê di wan demên dijwar û pirî şanazî de pêngaveke girîng bû, ji bo gihandina dengê şoreşê û nûçeyên mêrxasiyê û dastanên Pêşmergeyan ji bo xelkê xweragir ê seranserî Kurdistanê. Herwesa ew rêyeke serdemiyane bû, ji bo gihandina peyama mezlûmtiya gelê Kurdistanê û doza wî ya rewa ji bo tevaya xelkê Iraq û dever û cîhanê.”
Serok Barzanî di wê peyamê de herwesa got, "Di vê helkeftê de, ez spasiya hemî wan xebatker û têkoşeran dikin ên ku, di berdewamî û zindîhêlana dengê dilêr ê Êzgeyê Dengê Kurdistanê de rolek lîstine.”
Serok Barzanî daxwaz jî ji wan kir, “Ez ji we dixwazim ku hûn li ser karê medyayî yê rastgo û sengîn û parastina nirxên neteweyî û niştîmanî û mirovanî berdewam bin û berdewamiyê bidin wê rêbaza azad û şoreşgêrane û demokrasiyê, ya ku ew Êzge jê re hatiye damezrandin.”