Serokwezîr Mesrûr Barzanî rewşa tenduristiya Ismail Beşikçi pirsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa tenduristiya nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Dr. Ismail Beşikçi pirsî û amadebûna xwe jî ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê nîşan da.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da, "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) rewşa tenduristiya nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Dr. Ismail Beşikçi pirsî, ku niha li nexweşxaneyê ye.”
Li gorî wê ragihandinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê peywendiyê de ku bi Weqfa Beşikçi re axivî, daxwaza çarebûnê ji Beşikçi re kir û amadebûna xwe jî ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê ji bo çarekirina wî nîşan da.
Dr. Ismail Beşikçi şevêdî (Şemî, 27ê Îlona 2025ê) tûşî nexweşiyekê bû û ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya bajarê Dîyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê hat veguhastin.
Ismail Beşikçi li roja 7ê Berçileya sala 1939ê li gundê Îsklîpê yê girêdayî parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê di nav malbateke Tirk a dîndar de hat ser dinyayê.
Ew wekî dost û parêzvanekî gelê Kurd tê nasîn, her ji ber vê yekê jî ew 17 sal û du mehan li gelek girtîgehên cuda cuda yên welatê xwe hat girtin û li dawiyê li sala 1974ê hat berdan.