Weqfa Ismail Beşikçi spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Weqfa Ismail Beşikçi spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku pêştir amadebûna xwe bi her alîkariyekê ji bo çarekirina rewşa tendusristiya Beşikçi diyar kir, û di derheqa rewşa Beşikçi de jî got, “Tenduristiya wî ber bi başbûnê ve diçe.”
Serokê Weqfa Ismail Beşikçi Îbrahîm Gurbuz îro (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Beşikçi spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji ber ku rewşa tenduristiya wî pirsî û amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina wî li nexweşxaneyê diyar kir.”
Îbrahîm Gurbuz herwesa got, "Tenduristiya Beşikçi ber bi başbûnê ve diçe û niha riştina xwînê di mejiyê wî de rawestiyaye û ew hişyar e.” Eşkere jî kir, “Ew hefteyek bû ku Beşikçi di bin xetera bilindbûna givaşa xwînê de bû, lê niha ew givaşa xwînê baş e û hatiye kontrolkirin."
Navbirî amaje jî da, "Mamosta Ismail Beşikçi duhî êvarê ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin. Di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku, ew nikare aliyê xwe yê rastê bilivîne û axaftina wî jî tevlihev bûbû.”
Serokê Weqfa Ismail Beşikçi li dawiyê jî got, “Di tîşka tomografiyê de ji me re diyar bû ku, xwîn di pareke girîng a mejiyê wî de rijiyabû lê niha rawestiyaye."
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragihandinekê de amaje da, "Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 28ê Îlona 2025ê) rewşa tenduristiya nivîskar û civaknasê navdar ê Tirk û dostê gelê Kurd Dr. Ismail Beşikçi pirsî, ku niha li nexweşxaneyê ye.”
Li gorî wê ragihandinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di wê peywendiyê de ku bi Weqfa Beşikçi re axivî, daxwaza çarebûnê ji Beşikçi re kir û amadebûna xwe jî ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê ji bo çarekirina wî nîşan da.
Dr. Ismail Beşikçi şevêdî (Şemî, 27ê Îlona 2025ê) tûşî nexweşiyekê bû û ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya bajarê Dîyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê hat veguhastin.
Ismail Beşikçi li roja 7ê Berçileya sala 1939ê li gundê Îsklîpê yê girêdayî parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê di nav malbateke Tirk a dîndar de hat ser dinyayê.
Ew wekî dost û parêzvanekî gelê Kurd tê nasîn, her ji ber vê yekê jî ew 17 sal û du mehan li gelek girtîgehên cuda cuda yên welatê xwe hat girtin û li dawiyê li sala 1974ê hat berdan.