Mesûd Barzanî û Samerayî rewşa Iraqê û kêşeyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî civiyan û rewşa siyasî ya Iraqê, amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentoyê û çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê gotûbêj kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Yekşemê, 28ê Îlona 2025an, pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên dawî yên siyasî yên Iraqê hatin nirxandin. Herwiha, nêrîn li ser amadekariyên ji bo hilbijartinên Encûmena Nûneran û çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li gorî destûr û lihevkirinan hatin guhartin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herdu alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî bingehîn. Hate tekezkirin jî, divê ev çareserî di çarçoveya rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên din de be û bibe sedema başkirina rewşa xizmetguzarî û jiyana welatiyên Iraqê bi giştî.