Trump: Derfeteke rasteqîne heye ku Rojhilata Navîn ji nû ve birûmet bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, cara yekem e hemû alî hevnêrîn in ku "derfeteke rasteqîn" heye ji bo jinûve birûmetkirina Rojhilata Navîn. Ev daxuyanî di demekê de tê ku rêveberiya Trump hewlên xwe yên ji bo pêkanîna agirbestekê li Xezzeyê zêde kirine.

Donald Trump îro 28ê Îlonê li ser tora xwe ya civakî "Truth Social" nivîsî: "Derfeteke me ya rasteqîn heye ku em Rojhilata Navîn jinûve birûmet bikin." Trump herwiha got: "Em hemû li ser tiştekî taybet li hev dikin, ku cara yekem e tiştekî wiha çêdibe." 

Lê belê, serokê Amerîkayê eşkere nekir ku mebesta wî ji "hemûyan" kî ye û ew derfeta ku behs dike çi ye.

Ev daxuyanî piştî çend rojên ji tevgera dîplomatîk a Trump tê ku wî roja 26ê Îlonê ji rojnamevanan re gotibû, ew bawer dike li ser agirbesta Xezzeyê lihevkirinek çêbûye ku dê dawî li şer bîne û hemû rehîne werin azadkirin.

Herwiha, roja Sêşemê, 23ê Îlonê jî, Trump li perawîza civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, bi serkirdeyên Tirkiye, Misir, Pakistan, Qeter, Îmarat, Urdin û Endonezyayê re civiyabû, da ku dawîanîna şerê Xezzeyê gotûbêj bike.

Derbarê heman mijarê de, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff eşkere kiribû, wan planek bi navê "Plana 21 Xalî ya Trump" ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn û Xezzeyê pêşkêşî wan welatan kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment