PDK û YNK ji pêkanîna kabîneya nû nêzîk in

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî hevdîtina duh a di navbera Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKê BafIl Talebanî de, liv û tevgera siyasî ya ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê leztir bûye. Îro Polîtburoya YNKê civiya û biryar e sibe jî Polîtburoya PDKê bicive. Jêderên ji herdu aliyan tekez dikin ku "gavên gelek baş" hatine avêtin û ew "gelek nêzîkî" lihevkirinê ne.
Çavkaniyeke pilebilind ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji K24ê re ragihand, PDK û YNKê di warê avakirina hikûmetê de gavên girîng avêtine. Wî herwiha da zanîn ku egereke mezin heye di meha bê de, û bi taybetî di nava du hefteyên dahatû de, Parlamentoya Kurdistanê dest bi civînên xwe bike.
Heman jêderî got: "Sibe Polîtburoya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî dicive û bê guman dê pêwendiyên bi YNKê re û mijara avakirina hikûmetê gotûbêj bike."
Herwiha, îro 28ê Îlona 2025an, Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî civiya. Endamekî Polîtburoya YNKê ji K24ê re eşkere kir ku di civîna wan de behsa hevdîtina duh a di navbera Serok Barzanî û Bafel Talebanî de hatiye kirin û ew hevdîtin wek "gelek erênî û baş" hatiye nirxandin.
Li gorî heman jêderî, di demeke nêzîk de dê şandên PDK û YNKê bi mebesta dawîanîna lihevkirina li ser hikûmetê bicivin.
Derbarê postên hikûmetê de, berî niha Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihandibû, YNKê du berbijêrên wê ji bo posta Serokê Parlamentoya Kurdistanê hene, ku yek ji wan Şalaw Kosret Resûl e.