Artêşa Îsraîlê: Hûsiyan mûşekek avêt Tel Evîvê

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îsraîlê belav kiriye ku, Hûsiyên Yemenê mûşekeke balîstîk avêtiye navenda Tel Evîvê.

Artêşa Îsraîlê serê sibeha îro (Duşem, 29ê Îlona 2025an) di beyannameykê de ragihand, “Ji ber avêtina mûşekekê ji aliyê Hûsiyan ve bo Îsraîlê, li Orşelîmê û cihên xwecihbûnê li kertê Rojava û çend deverên din zenga haydarkirinê hatiye lêdan.”

Artêşa Îsraîlê herwesa ragihandiye ku, sîstema parastinê ya asmanî ya Îsraîlê rê li wê mûşekê girtiye.

Medyaya Filistînî jî ji aliyê xwe ve dîmenên vîdyoyî yên mûşeka xwe belav kirine, ku di qada asmanî ya Îsraîlê de xuya dibe û parastina asmanî ya Îsraîlê bizavê dike ku rêyê li wê mûşekê bigire.

Çavkaniyeke Yemenî li roja Pêncşemê ji Ajansa Sputnikê re ragihandibû, “Balafirên şer ên Îsraîlê 13 êrîşên asmanî kirine ser Komelgeha Serokatiya Komarî û Kampa Nehdeynê li başûrê Senayê, cihên devera Hedayê li başûrê wî bajarî û herwesa bingeha Dezgeha Ewlehî û Haydariyan li devera Şûbê li navenda bajarê Senayê.”

 
Fly Erbil Advertisment