Trump: Netanyahu plana agirbesta Xezzeyê qebûl kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, "Îro rojeke dîrokî ye ji bo aştiyê," û da zanîn ku ew geşbîn e ku derbarê plana xwe ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê, "bersiveke erênî" ji Hemasê werbigire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro 29ê Îlonê, di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de, planeke nû ji bo bidawîkirina şerê li Xezzeyê eşkere kirin.
Trump îro, wek "rojeke dîrokî ji bo aştiyê" binav kir û got ku plana wan beşek ji "aştiya herheyî li Rojhilata Navîn" e. Wî herwiha eşkere kir, plan berfirehkirina Peymanên Îbrahîmî jî li xwe digire û eger heye ku Îran jî tevlî bibe. Li gorî Trump, welatên Ereb û Îslamî soz dane ku Xezze û Hemasê bêçek bikin.
Serokê Amerîkayê got: "Top niha di qada Hemasê de ye" û geşbîniya xwe anî ziman ku dê bersiveke erênî werbigirin. Lê wî hişyarî da û got: "Eger ev yek çênebe, dê Îsraîl xwedî piştgiriya min a tam be."
Trump herwiha behsa dijberiya Netanyahu ya ji bo dewleteke Filistînî kir û got, "Ez ji vê yekê fêm dikim... lê gel aştiyê dixwaze."
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgiriya xwe ji bo planê ragihand û diyar kir ku ew armancên wan ên leşkerî pêk tîne, di nav de vegerandina rehînan, jinavbirina şiyanên leşkerî û siyasî yên Hemasê, û misogerkirina ku Xezze careke din nebe gef li ser ewlehiya Îsraîlê.
Netanyahu hişyarî da ku "eger Hemas planê red bike yan binpê bike, Îsraîl dê bi tena serê xwe, çi bi awayekî hêsan an jî dijwar, vî karî bi dawî bike."
Herwiha da zanîn, li gorî planê, vekişîna Îsraîlê ji Xezzeyê dê li gorî asta bêçekbûna Hemasê be û Îsraîl dê berpirsiyariya ewlehiyê ya piştî şer li herêmê bigire ser milê xwe.