PDK û YNK civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê got, “Civîna lûtkeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê bi dawî hat.”
Civîna Lûtkeya herdu şandên payebilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî piştî nîvroya îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) li Hewlêrê hat lidarxistin.
Ji aliyê PDKê ve Cîgirên Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji aliyê YNKê ve jî Serokê YNKê Bafil Talebanî û Berpirsê Mekteba Sekreteriya Mam Celal Qubad Talebanî û hejmareke endamên polîtburoyên herdu partiyan tevlî wê civînê bûn.
Dihat çaverêkirin ku di wê civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û deverê, pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibam nîqaşkirin.
Serok Mesûd Barzanî pêştir jî li roja Şemiyê (27ê Îlona 2025ê) pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî kiribû.