Parlamentoya Kurdistanê ji bo lidarxistina civînên xwe amadekariyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Herêma Kurdistanê amadekariyan dike ku, civînên xwe li dar bixe. Çavkaniyekê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got ku, nêzîkbûneke baş di navbera PDK û YNKê de heye û Parlementoya Kurdistanê dê di van herdu hefteyên pêş de dest bi rûniştinên xwe bike.
Birêvebirê Ragihandinê yê Parlementoya Kurdistanê Saman Ehmed îro (Sêşem, 30ê Îlona 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Desteya Parlementoya Kurdistanê hemî amadekariyên xwe ji bo lidarxistina rûniştina yekê ya parlementoyê kirine.”
Saman Ehmed herwesa got, "Her dema ku partiyên siyasî li hev bikin, amadekarî dê bi rêya Dîwana Parlementoya Kurdistanê ji bo lidarxistinê bên kirin. Demek pir kurt pêdivî ye, di çend saetên kêm de aliyên teknîkî û hemî amadekarî dê bên kirin."
Navbirî amaje jî da, “Rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlementoya Kurdistanê vekirî maye û rûniştina bê dê temamkirina wê civînê be. Her di wê rûniştinê de, Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê jî dê bê destnîşankirin.”
Li gorî madeya 48ê ya Qanûna Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, Serok, Cîgirê Serok û Sekreterê Parlementoya Kurdistanê dê di rûniştina yekê de bi piraniya reha ya dengên endamên Parlementoya Kurdistanê bi dengdana nepenî û rasterast bên hilbijartin.