Alîkarê Serokê MHPê: Divê em biryara DMMEyê ya derbarê Demîrtaş de pêk bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz bang li desthilatê kir ku pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahadîn Demîrtaş de bibe. Ev bang di demekê de tê ku mohleta Tirkiyeyê ya ji bo îtirazkirina li biryarê ber bi dawîbûnê ve diçe.

Fetî Yildiz ku di heman demê de parlamenterê Stenbolê ye, diyar kir ku biryarên DMMEyê rasterast bi Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ve girêdayî ne û got: "Di madeya 90î ya Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin ku 'divê pabendî peymanên navneteweyî yên ku li gorî rêbazan hatine pesendkirin, bin'. Ji ber vê yekê, bêguman divê di vî warî de hin tişt werin kirin."

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 9ê Tîrmeha 2025an de, girtina Selahadîn Demîrtaş weke neyasayî bi nav kiribû û daxwaza azadkirina wî ya demildest kiribû. Dadgehê sê meh mohlet dabû Tirkiyeyê da ku îtirazê li biryarê bike û ev dem di 8ê Cotmehê de bi dawî dibe.

Selahadîn Demîrtaş, siyasetmedarê navdar ê Kurd û Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 4ê Mijdara 2016an de, di operasyoneke berfireh de di çarçoveya Doza Kobaniyê de hatibû girtin. Demîrtaş ku ev heşt sal in girtî ye, di Gulana îsal de di heman dozê de cazaya 42 salan zindan hatibû birîn.

 
Fly Erbil Advertisment