MHP ji Tirkiyeyê dixwaze bo azadkirina Demirtaş pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan be

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê kir ku, biryara Dadgeha Mafên Mirovan ji bo berdana Selahattin Demirtaş bicîh bînin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li roja 9ê Tîrmeha 2025ê girtina Selahattin Demirtaş neqanûnî wesifand û daxwaza berdana wî kir. wê dadgehê sê meh dan Tirkiyeyê ku li dijî wê biryarê îtîraz bike.
Roja 8ê Cotmehê wekî jivanê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rayedarên Tirkiyeyê hatibû diyarkirin. Alîkarê Serokê MHPê û Parlamenterê Stenbolê Feti Yildiz di derheqa azadkirina Demirtaş de ragihand, “Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rasterast bi Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ve girêdayî ne û madeya 90ê ya Destûrê dibêje ku divê peymanên navneteweyî bên bicîhanîn ku li dû rêkaran hatine pejirandin, lewma bê goman divê hin tişt di wî warî de bên kirin.”
Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdağ li roja 4ê Cotmeha 2016ê bi tohmeta tevlîbûna di doza Kobaniyê de hatin girtin.
Doza Kobaniyê piştî xwepêşandanên berfireh ên ji bo piştgiriya bajarê Kobaniyê li Cotmeha 2014ê hat destpêkirin ku tundûtûjî jê peyda bûn. Demirtaş bi 42 sal û Figen Yuksekdağ jî bi 32 salên cezayê girtîgehê hatin cezakirin.
Her çend Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê sê caran daxwaza berdana Demirtaş kiriye jî, lê ew biryar hîn nehatiye bicîhanîn. Tê payîn ku bi destpêkirina pêvajoya aştiyê û avakirina komîsyoneke parlementoyê ji bo pêşvebirina wê pêvajoyê re, hin girityên siyasî bên azadkirin û Demirtaş jî yek ji wan be.