Nahît Eren ji bo serokatiya Amedsporê bû namzet

Diyarbekir (K24) – Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, li ser daxwaz û pêşniyara Lijneya Şêwrê ya Bilind a Amedsporê, bû namzetê Seroktiya Yaneya Amedsporê.
Rêveberiya Amedsporê di 2ê Cotmehê de biryara lidarxistina kongreya awarte dabû. Piştî vê biryarê, Nahît Eren ji bo Kurdistan24 ragihand, wî daxwaza namzetiyê qebûl kiriye da ku xizmeta gelê xwe bike.
Yaneya Amedsporê jî ji raya giştî re ragihandibû, biryara Kongreya Awarte hatiye standin û ew kongre dê roja 18ê Cotmehê bê lidarxistin. Ev biryar piştî civîneke lezgîn hatibû girtin, ku berî wê Amedsporê dawî li karê rahênerê xwe Mehmet Altiparmak anîbû.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, sedema kongreya awarte û hilbijartina serokatiyê ew e ku, ji ber lêpirsîneke berê di derheqa Serokê Amedsporê Burç Baysal de hatiye vekirin, mafê wî yê hilbijartinê hatiye rawestandin. Herwiha, Burç Baysal di dema pêdivî de serîlêdan nekiriye û ji aliyê hiqûqî ve jî serokatiya wî betal dibe.