Peyamnêrê K24ê: Tevî daxwaza Trump jî, bombebarankirina Xezzeyê didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaz ji Îsraîlê kiriye ku demildest bombebarana Xezzeyê rawestîne, artêşa wî welatî di êrîşên xwe yên esmanî û bejayî de li ser wê kertê berdewam e. Ev pêşhate piştî wê yekê tê ku Tevgera Hemasê bersiveke erênî da plana aştiyê ya Trump.

Peyamnêrê K24ê li Kerta Xezzeyê Beha Tûbasî da zanîn, şeva borî piştî ku Hemasê bersiva xwe ji bo pêşniyara Donald Trump eşkere kir, bi dehan welatiyên li herêmên cuda yên Xezzeyê ji konên xwe derketin û dest bi pîrozbahiyan kirin. Lêbelê, tenê çend xulek şûnde, firokeyên şer ên Îsraîlê careke din dest bi bombebarankirina kertê kirin.

Peyamnêrê K24ê tekez kir, ji berbangê ve topbaran û êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser Kerta Xezzeyê berdewam in û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl hatine kuştin û birîndar bûne, tevî ku Serokê Amerîkayê daxwaz ji Serokwezîrê Îsraîlê kiriye ku hemû çalakiyên xwe yên serbazî rawestîne.

Bersiva Hemasê

Derengiya şeva Înê, Tevgera Hemasê di bersiva xwe ya ji bo plana 20 xalî ya Serokê Amerîkayê de, razîbûna xwe li ser beşek ji xalan nîşan da, lê tekez kir ku hin beşên din ên pêşniyarê pêwîstî bi gotûbêjeke zêdetir heye.

Yek ji xalên sereke ku Hemasê qebûl kiriye, azadkirina hemû barimteyên Îsraîlî ye li hember azadkirina dîlên Filistînî.

Hemasê herwiha amadehiya xwe nîşan daye ku rêveberiya Kerta Xezzeyê radestî desteyeke serbixwe ya teknokratan bike, bi razîbûna niştimanî ya Filistînî û piştgiriya Erebî û Îslamî.

Pêşwaziya Trump

Donald Trump, di posteke xwe ya li ser tora civakî "Truth Social" de, pêşwazî li bersiva Hemasê kir û weke gavek ber bi aştiyê ve bi nav kir. Trump got: "Li ser bingeha daxuyaniya ku Hemasê nû daye, ez bawer im ku ew ji bo aştiyeke mayînde amade ne. Pêwîst e Îsraîl demildest bombebaranê rawestîne, da ku em karibin bi awayekî ewle û bilez barimteyan derxînin! Di vê gavê de, kirina vê yekê gelekî bi xeter e."

Trump di peyameke vîdyoyî de jî got: "Îro rojeke gelek taybet û mezin e. Aştî li Rojhilata Navîn nêzîk e," û spasiya Qeter, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Misir û Urdinê kir ji bo alîkariya wan.

Karvedana Îsraîlê

Daxuyaniyên Trump, hikûmeta Îsraîlê matmayî hiştiye. Medyaya Îsraîlê ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu berî niha bersiva Hemasê weke redkirina pêşniyarê binav kiribû.

Tevî vê yekê, Ofîsa Netanyahu di daxuyaniyekê de ragihand, Îsraîl "amadekariyan dike ji bo cîbicîkirina demildest a qonaxa yekem a plana Serok Trump ji bo azadkirina hemû dîlan."

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyekê de ragihand: "Li ser bingeha raspardeyên asta siyasî, serfermandariyê ferman da ku amadekarî ji bo cîbicîkirina qonaxa yekem a plana Serok Trump werin bilindkirin. Li gel vê yekê, serfermandariyê tekez kir ku ewlehiya hêzên me di pêşîneyê de ye."

Her çend medyaya Îsraîlê behsa rawestandina operasyona kontrolkirina bajarê Xezzeyê dike û dibêje amadekarî ji bo şandina şandeke danûstandinan bo Dohayê tê kirin, lê Ofîsa Netanyahu heta niha bi awayekî fermî ev yek piştrast nekiriye.

 
 
Fly Erbil Advertisment