Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Me zêdetir ji milyonek bermîl petrola Kurdistanê wergirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand, heta niha Hikûmeta Federal zêdetirî milyonek bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê wergirtiye. 

Heyan Ebdulxenî îro Şemiyê, 4ê Cotmeha 2025an, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê (INA) re got: "Çend roj berê, piştî rawestaneke zêdetirî du salan, proseya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê ber bi bendera Ceyhanê ve ji nû ve dest pê kir." Wî herwiha destnîşan kir ku ev cara yekem e Hikûmeta Federal petrola ku li Herêmê tê hilberandin werdigire û bi xwe serperiştiya proseya hinardekirina wê ji bo bazarên cîhanê dike.

Wezîrê Petrolê herwiha eşkere kir ku "ew miqdara petrolê ya ku me heta niha wergirtiye, gihiştiye zêdetirî milyonek bermîl." Herwiha da zanîn, yekem keştiya petrolê ya bi barê 650 hezar bermîlî, li bendera Ceyhanê lenger avêtiye.

Ebdulxenî da zanîn, dê barkirina vê keştiyê were temamkirin û ber bi wî cihî ve biçe ku peyman li ser hatiye girêdan. Li gorî wî, "ev pêngav destkefteke mezin a Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê ye ji bo serxistina proseya ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Herêmê û dabînkirina dahata pêwîst ji bo budceya giştî ya dewletê."

Roja 27ê Îlona 2025an, proseya hinardekirina petrolê ji zeviyên Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê kiribû. 

 

 
 
Fly Erbil Advertisment