Wezareta Perwerdeyê: Me 8500 pirtûkên xwendina Kurdiyê bo zarokên diyasporayê şandin welatan

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Li ser pêşniyara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Birêvebiriya Xwendinê ya Derveyî Welatî hatiye damezrandin. Her ji bo vê armancê jî, di vê heftiyê de zêdetirî hest hezar pirtûkên xwendina zimanê Kurdî ji bo welatên biyanî şandine, da ku xizmeta zarokên diyasporayê bikin."
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Yekşem, 5ê Cotmeha 2025ê) di ragihandinekê de amaje da ku, di sê rojên borî de du ton û 320 kîlogram, ku dibin hest hezar û 500 pirtûkên xwendina zimanê Kurdî, ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve û li ser erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hejmareke dibistanên xwendina Kurdî li Swîsra, Norwêc, Îrlanda, Almanya, Brîtanya, Kanada û Amerîkayê hatine şandin.
Wezareta Perwerdeyê amaje jî da, “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, me Birêvebiriya Xwendinê ya Derveyî Welatî ya girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezrand, da ku xizmeta zarokên Kurd li diyasporayê bike û me hevpariyeke xurt bi Konfederasyona Revenda Kurdistanê re jî damezrandiye.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her duhî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsî, “Revenda Kurdistanî ya xweciha Ewropayê dikare di zêdetir nasandina doza Kurdan û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de roleke girîng bilîze.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî jî kir ku, Revenda Kurdistanî ya xweciha Ewropayê çand û nasnameya xwe ya neteweyî biparêze û bi Kurdistanê re bibe pireke têkliyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her duhî pêşwaziya şandeyeke Revenda Kurdistanî ya xweciha Ewropayê jî kir, ku ji 100 ciwanên Kurd û hejmareke ciwanên biyanî pêk hatibû.