Mesrûr Barzanî û Ebadî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê nîqaş kirin

Mesrûr Barzanî û Heyder Ebadî
Mesrûr Barzanî û Heyder Ebadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Nesrê ya Iraqê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Nesrê Heyder Ebadî kir.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de “guhertin û pêşveçûnên dawiyê yên rewşa giştî ya Iraqê û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de” hatin nîqaşkirin.

Amaje bi wê yekê jî hatiye dan ku, “Herdu aliyan girîngiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê tekez kir. Herwesa wan amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran jî nîqaş kirin.”

 
Fly Erbil Advertisment