Berdevkê ENKSê ji Şamê re: Nenasîna Newrozê weke “cejnekê” berdewamiya siyaseta dûrxistinê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif rexne li biryara hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê girt ku Cejna Newrozê weke “cejneke fermî” nas nekiriye. Yûsif ev pêngav weke "berdewamiya siyaseta dûrxistin û piştguhkirineke bimebest a pêkhateyeke resen a gelê Sûriyeyê" binav kir.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera, biryarnameya hejmar (188) a sala 2025an derbarê bone û bihnvedanên fermî de derxist, lê Cejna Newrozê, ku yek ji girîngtirîn cejnên neteweyî yên gelê Kurd e, di nav de cih negirt. Vê yekê nerazîbûneke berfireh di nav çalakvan û siyasetmedarên Kurd û Sûrî de çêkir.

Feysel Yûsif li ser rûpela xwe ya “Facebook” nivîsî: "Kurd ji dema avabûna dewleta Sûriyeyê ve li ser axa xwe jiyane, beşdarî avakirin û parastina wê bûne. Tevî înkar û êrişên sîstematîk ên ji aliyê rejîmên Beisê ve, ew li ser mafê xwe yê hevpariya niştimanî ya rastîn û têkoşîna ji bo mafên neteweyî yên rewa di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî de ku wekheviyê ji bo hemû welatiyên xwe misoger dike, rijd man."

Berdevkê ENKSê tekez kir, Cejna Newrozê ne tenê bîranîneke folklorî ye û got: "Newroz sembola azadî, rûmet û nûbûna jiyanê ye, û dê meşaleya wê her geş bimîne, çi qasî hewldanên paşguhkirin an jî tinekirina wateyên wê hebin jî."

Feysel Yûsif daxuyaniya xwe bi nêrîna ji bo Sûriyeya pêşerojê bidawî kir û got: "Sûriyeyeke demokratîk û azad ji bo hemû zarokên xwe; dewleteke pirnetew, pirol û pirmezheb ku dad û wekhevî tê de serwer be."

 
Fly Erbil Advertisment