Netanyahu li ser peymana bi Hemasê re: Em ê hemû girtiyan vegerînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu, di yekem daxuyaniya xwe de piştî rêkeftina bi Hemasê re, soza vegerandina hemû dîlgirtiyên Îsraîlî da û got: "Bi piştgiriya Xwedê, em ê hemûyan vegerînin welat." Ev daxuyanî piştî ragihandina Serokê Amerîkayê Donald Trump hat, ku tê de îmzekirina qonaxa yekem a rêkeftinê eşkere kiribû.
Netanyahu Herwiha îro 9ê Cotmehê got, ew ê îro di civîna hikûmetê de rêkeftinê bipejirînin.
Serokwezîrê Îsraîlê spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got: "Ez ji kûrahiya dilê xwe spasiya Serok Trump û tîma wî dikim ji bo keda wan a di bicihanîna vî erkê pîroz de ji bo azadkirina dîlgirtiyên me."
Netanyahu ev pêngav weke "serkeftineke mezin a dîplomatîk, neteweyî û exlaqî ji bo dewleta Îsraîlê" binav kir û got: "Bi piştgiriya Xwedê, em ê aştiya ligel cîranên xwe pêş bixin. Ev serkeftin bi xweragiriya hêzên me û piştgiriya Serok Trump pêk hat."
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, "Netanyahu û Trump bi vê boneyê pîrozbahî li hev kirine." Herwiha hat eşkerekirin ku "Netanyahu, Serok Trump vexwendiye da ku li Knesset a Îsraîlê gotarekê pêşkêş bike."
Qeter û Hemas rêkeftinê piştrast dikin
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid Ensarî ku di navbeynkariyê de beşdar bû, li ser tora civakî ya "X" ragihand: "Îsraîl û Hemasê îmze avêtine ser hemû bend û xalên qonaxa yekem a rêkeftina XeZzeyê, ku rawestandina şer, azadkirina dîlgirtiyên Îsraîlî û girtiyên Felestînî, û gihandina alîkariyan ji bo XezZeyê li xwe digire."
Tevgera Hemasê jî di daxuyaniyekê de ragihand: "Em gihiştin rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer, vekişîna Îsraîlê, gihandina alîkariyan û guhertina dîlgirtiyan."