Ehmed Turk: Parastina Rojava xeta sor e; bila Kurd bibin cîranên Tirkiyeyê ne HTŞ

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Mêrdînê Ehmed Turk derbarê proseya nû ya aştiyê de daxuyaniyên girîng dan. Herwiha Turk ragihand, parastina Rojavayê Kurdistanê "xeta sor" a Kurdan e û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku li şûna Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), Kurd bibin cîranên wan.
Di axaftina xwe ya vekirina "Konferansa Jiyana Hevpar a Demokratîk li Mezopotamyayê" de li Mêrdînê, Ehmed Turk îro 11ê Cotmehê da zanîn, ew proseya nû ya aştiyê bi sebreke mezin dişopînin lê astengiya herî mezin li pêşiya wê rewşa Sûriyeyê ye. Turk hişyarî da ku hin alî dixwazin îpotekê deynin ser paşeroja azad a gelê Kurd li wir û got, "Divê em hemû bi hev re biqîrin ku Sûriye ji bo Kurdan xeta me ya sor e."
Turk rasterast bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir û behsa daxwaza çekdanîna Kurdan li Sûriyeyê kir. Herwiha destnîşan kir ku Kurd neçar man xwe biparêzin û ji bo ewlehiya xwe çek hilgirtin, ne ji bo avakirina artêşekê.
Turk pirsî: "Tirkiye dixwaze Kurd çekan deynin. Baş e, gelo kî dê ewlehiya wî gelî biparêze? Ma polîs û leşkerên HTŞ'ê dê biparêzin?" û bi awayekî tund ev pêşniyar kir: "Li şûna ku HTŞ bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin cîran."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Ehmed Turk bal kişand ser girîngiya diyalogê û got, "Divê partiyên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî li paşeroja demokratîk a Kurdên Sûriyeyê derkevin û di navbera xwe de diyalogeke xurt ava bikin."
Turk ev prose weke "derfeteke dîrokî" bi nav kir û hişyarî da: "Derfetên dîrokî sed salan carekê tên. Eger em vê derfetê rast nenirxînin, em ê paşeroja xwe û ya zarokên xwe tarî bikin." Herwiha bang li her kesî kir ku ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên Kurdistanê destê xwe têxin bin kevirî.