Peymana Agirbesta Xezzeyê hat îmzekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peymaneke agirbesta berfireh ji bo Xezzeyê hat îmzekirin. Peyman bi serpereştiya Amerîka, Qeter, Tirkiye û Misirê hat amadekirin û bi vê yekê şerê ku bi salan e li herêmê berdewam dike, bidawî bû.
Di lûtkeya ku ji bo agirbestê hat lidarxistin de, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 13ê Cotmehê di dema îmzekirina peymanê de axivî û got: "Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke mezin e. Serokên bi dehan welatan li vir amade ne da ku em li ser pirsa aştiyê li Rojhilata Navîn biaxivin. Di dawiyê de, piştî zêdetirî sê hezar salan, şerê Xezzeyê bi dawî hat."
Trump herwiha da zanîn ku agirbesta Xezzeyê pir berfireh e û hemû xalan li xwe digire û got: "Hinek kesan digot ku dê Şerê Cîhanê yê Sêyem ji Rojhilata Navîn dest pê bike, lê piştî vê agirbestê êdî ew şer çênabe." Trump destnîşan kir ku kesên piştgiriyê didin vê agirbestê xwedî sermiyaneke mezin in û ev yek dê bibe piştgiriyeke baş ji bo cîbicîkirina peymanê.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî di dema pêşwazîkirina Trump de diyar kir: "Li Şerm El-Şêxê, hemû ew serokên ku dixwazin şerê Xezzeyê bi dawî bibe, digihîjin hev."
Sîsî bal kişand ser peyama sereke ya lûtkeyê û got: "Di lûtkeya Şerm El-Şêxê de peyameke me ya yekane heye; ew jî bidawîanîna şer û pêşwazîkirina aştiyê ye."
Lûtkeya Şerm El-Şêxê bi amadebûna serok û nûnerên payebilind ên zêdetirî 20 welatan birêve çû. Di nav welatên beşdar de Fransa, Tirkiye, Urdin, Îtalya, Brîtanya û Mîrê Qeterê jî hebûn.
Roja 9'ê Cotmeha 2025'an, Îsraîl û Hemasê qonaxa yekem a peymana agirbestê îmze kiribûn. Xalên sereke yên peymanê "rawestandina şer, berdana rehîneyên Îsraîlî li hember berdana girtiyên Felestînî, û gihandina alîkariyan bo Xezeyê" bûn.