Alî Yerlîkaya: Êdî li ser bircên Diyarbekirê kevok bêtirs difirin

Diyarbekir (K24) – Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li Diyarbekirê li gel hêzên ewlekariyê û muxtaran civînan li dar xist. Di civînan de behsa biratiya kurdan û tirkan kir û amaje kir ku êdî li ser Bircên Diyarbekir kevok bêtirs difirin.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro 20ê Cotmehê li Diyarbekirê li gel serbaz û hêzên ewlekariyê civînek bi navê “Aramiya Tirkiyeyê Diyarbekir” bû. Di encama civînê de Alî Yerlîkaya axaftinek kir û amaje kir ku pêvajoya Tirkiyeya Bêteror tê wê wateyê ku Kurd jî Tirk jî û hemu bawerî û nasname jî bi wek bira di welatek de bijîn. 

Alî Yerlîkaya anî zimên ku pêvajoya niha ne tenê pêvajoya ewlekariyê ye, di heman demê de pêvajoya aramî, geşepêdan û mezinkirina biratiyê ye û pêvajoya ji dêvla çekan de cih dana gotinê ye.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya paşê jî beşdarî civîna muxtaran bû ku bi boneya Roja Muxtaran hat li darxistin. Li civînê jî Yerlîkaya bal kişand ser biratiya kurd û tirkan a dîrokî û amaje kir kurd û tirk hezar salane di bin banê yekbangê de jiyane û yên ku dixwazin biratiyê têk bibin dê bi ser nekevin. 

Alî Yerlîkaya bang li muxtaran kir ku li her deverê behsa biratiyê bikin û amaje kir ku li serê Çiyayê Cûdî, Cîlo û Gabarê êdî bihêvî hiltê.

 
Fly Erbil Advertisment