Ji bo piştgiriya Lîsteya 275 a PDKê, Mesrûr Barzanî serdana Zaxoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, sibe Sêşemê serdana Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê dike, da ku beşdarî kernevaleke cemawerî bibe ku ji bo piştgiriya Lîsteya 275an a PDKê bo hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê tê lidarxistin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Guhdar Şêxo, îro Duşemê 20ê Cotmeha 2025an ji K24ê re ragihand: "Sibe Sêşemê, bi amadebûna Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî, kernevala cemawerî ya PDKê ji bo propagandeya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê dê birêve biçe."

Guhdar Şêxo herwiha bang li alîgir û endamên PDKê kir ku bi girseyî amadeyî kernevalê bibin û got, hemû amadekarî hatine kirin ji bo ku çalakî bi awayekî herî baş birêve biçe, ji ber ku Zaxo pêşwaziya "mêvanekî ezîz û taybet" dike.

Hate ragihandin ku kernevala cemawerî ya PDKê dê sibe li Yarîgeha Delal a Zaxoyê birêve biçe.

Ev serdan di demekê de ye, îro jî bi amadebûna Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê ahengeke mezin a piştgiriyê ji bo serxistina Lîsteya 275an a PDKê hatibû lidarxistin.

 
 
Fly Erbil Advertisment