Ji bo Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê hişyariya barana bihêz hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Koordînasyona Karûbarên Afetê (AKOM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand, îro (Sêşem, 21ê Cotmehê) li parêzgehên Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê baraneke bihêz û bahozên birûskê têne payîn. AKOMê bang li welatiyan kir ku li hember bûyerên neyînî yên wekî lehiyê baldar bin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê AKOMê ve hatine parvekirin, tê pêşbînîkirin ku baran piştî nîvro li derdora Bedlîsê dest pê bike û di saetên êvarê de bandora xwe li Wanê zêde bike. Hat diyarkirin ku dibe baran car caran bi birûsk û şevderan re be.
Her wiha hat ragihandin, dê barîn li cihên bilind ên ji 2,000 metreyî zêdetir, wek şilope û berf be.
Ji ber barana bihêz, rayedaran hişyarî da welatiyan ku li hember metirsiyên wekî rabûna lehiyê, şimitîna axê û astengiyên di çûnûhatinê de baldar bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.