Medyaya Iraqê: Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neragihandî gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdem ligel pêwendiya telefonî ya di navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê derbarê komên çekdar de, Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neragihandî gihîşt Bexdayê.
Li gorî çavkaniyên ji Bexdayê, şeva borî 21ê Cotmehê Îsmaîl Qaanî bi serdaneke neplankirî gihîştiye paytexta Iraqê. Tê payîn ku Qaanî di çarçoveya serdana xwe de ligel serkirdeyên siyasî yên Iraqê û fermandarên komên çekdar re bicive.
Ev serdan di demekê de pêk tê, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû ku Wezîrê Derve Marco Rubio bi telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axiviye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, Rubio tekezî li ser "girîngiya bêçekkirina bilez a wan komên çekdar kiriye ku serweriya Iraqê lawaz dikin, gefê li jiyan û bazirganiya Amerîkî û Iraqiyan dixwin û çavkaniyên darayî talan dikin."
Di heman pêwendiyê de, Wezîrê Amerîkî ji ber dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Bendera Ceyhanê pîrozbahî li Sûdanî kiribû û gotibû ku ev pêngav di berjewendiya aboriya Iraq, Tirkiye û Amerîkayê de ye.
Her wiha di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku Amerîka ji bo parastina serweriya Iraqê, xurtkirina îstiqrara herêmê û bihêzkirina têkiliyên aborî pabendî hevkariya xwe ya ligel Iraqê ye.