Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeya stratejîk a ava Quştepeyê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Cotmehê, projeya stratejîk a ava vexwarinê ya Quştepe û derdora wê vekir.
Ev proje dê pirsgirêka kêmaviyê li devereke berfireh a derdora Hewlêrê çareser bike û bibe sedema geşepêdan û avadaniyê. Çavkaniya ava projeyê ji Zêyê Biçûk, li nêzîkî gundê Qeşqeyê tê dabînkirin.
Li gorî agahiyên Rêveberiya Giştî ya Av û Averêyê ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê, budceya giştî ya projeyê 189 milyar û 670 milyon dînar e.
Derbarê girîngî û şiyana projeyê de, Rêveberê Giştî yê Av û Averêyê Arî Ehmed ji K24ê re ragihand: "Proje ji sê embarên mezin ên avê pêk tê, ku yek ji wan li Bistanê ye û ya din jî li Quştepeyê ye."
Arî Ehmed herwiha got: "Proje dê pirsgirêka kêmaviyê li Quştepe, Bistanê û zêdetirî 70 gundên deverê bi temamî çareser bike. Ev yek dê bibe sedema vejîn û avadankirina van gundan û dabînkirina berdewam a ava vexwarinê ji bo vê devera berfireh a derdora Hewlêrê. Ji bilî vê, gelek herêmên pîşesazî, kargeh, bazar û projeyên din ên ku pirsgirêka wan a avê hebû, dê ji vê projeyê sûdê werbigirin."