Mesrûr Barzanî: Parastina avê erkê hemûyan e û em ê di projeyên stratejîk de berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Projeya Ava Quştepeyê de, tekezî li ser metirsiya kêmaviyê kir û ragihand, ji bo çareserkirina vê krîzê, piştî Hewlêrê projeyeke mezin jî ji bo Silêmaniyê hatiye pesendkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23'ê Cotmeha 2025'an, di dema vekirina Projeya Stratejîk a Ava Quştepeyê de gotarek pêşkêş kir û tê de tekezî li ser girîngiya parastina çavkaniyên avê û rûbirûbûna guherînên keşûhewayê kir.

Serokwezîr Barzanî ragihand: "Pir girîng e ku em avê û vê xêra ku Xwedayê mezin daye me, bi awayekî herî baş bikar bînin, israf nekin û xwedî lê derkevin. Me ji zû ve hest pê kiriye ku bi berfirehbûna bajaran û zêdebûna daxwaza xelkê re, pêwîstiya me heye ku projeyên avê bigihîjin hemû bajar, bajarok û gundan."

Serokwezîr da zanîn, parastina av û jîngehê erkê her kesî ye û got: "Di salên borî de baran kêm bariye û çem li gelek cihan ziwa bûne. Bandora kêmbaraniyê li Iraqê pir diyar e û em jî jê bêpar namînin. Mixabin, em tenê dikarin zirarên kêmaviyê li ser jîngeha xwe kêm bikin. Hêvîdar im îsal jî wek salên borî nebe û Xwedayê mezin barana xwe ya bi rehm li me bibarîne."

Mesrûr Barzanî herwiha hişyarî da ku metirsiya kêmaviyê metirsiyên din jî bi xwe re tîne, bi taybetî koçberiya welatiyan, û got: "Li cihekî ku av nebe û bibe çolistan, xelk neçar dimîne koçî cihekî din bike ku av û jiyan lê hebe. Me hewleke cidî daye li gel dostên xwe yên derve da ku alîkariya me bikin ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna keşûhewayê, ku niha li ser asta cîhanê bûye pirsgirêkeke giştî."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî mizgînî da ku hikûmet di projeyên xwe yên stratejîk de berdewam e û ragihand: "Tenê di çend rojên borî de, me biryar li ser çêkirina projeyeke mezin a avê li Dukan-Silêmaniyê da, ku ew jî bêguman dê dawî li krîza avê li Silêmaniyê bîne. Em hêvîdar in projeyên din jî di demek nêz de bi encam bibin, da ku ti cihek li Kurdistanê nemîne ku rûbirûyî kêşe û krîza kêmaviyê bibe."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bal kişand ser girîngiya hişyariya civakî ji bo parastina avê û got: "Mijara hişyarkirinê, ne tenê ji bo avê lê ji bo jîngehparêziyê bi giştî, mijareke girîng e. Bila ev bibe çandek ku em hemû pê pabend bin."

Herwiha bang li mamostayên olî, rewşenbîr û mamostayên dibistanan kir û got: "Ez daxwazekê ji we dikim ku rêberî û şîretan li me bikin, da ku av neyê israfkirin û em xwedî lê derkevin. Çimkî av xêr û nîmeteke mezin e, lê divê em bi awayê herî baş sûdê jê werbigirin."

Serokwezîr Barzanî amaje bi projeyên din ên hikûmetê kir û ragihand: "Me karên mezin kirine da ku em di asta wê baweriyê de bin ku xelkê daye me. Me xizmetguzarî ne tenê di warê avê de, lê di warê ronahiyê, rê û banan, dîjîtalkirina xizmetguzariyan, sektora tenduristî û perwerdeyê de jî pêşkêş kirine. Ev hemû erkê me bû û ti minet jî tê de nîne. Xizmetkirin çavnebarî navê, tenê dilsozî divê. Kî bixwaze xizmet bike, bes e ku dilsoz be."

Serokwezîr tekez kir, ew ê li ser xizmetkirina welatiyan berdewam bin û got: "Samana niştimanî samana hemû xelkê Kurdistanê ye, mulkê şexsî yê ti kesî nîne û divê ev saman ji bo xelkê bi awayê herî baş were bikaranîn. Em ê berdewam bin li ser xizmetkirina we heta ku baweriya we bi me hebe. Em bi serbilindî û şanazî xwe wek xizmetkarên we dibînin û hêvîdar im hûn jî di avakirina Kurdistanê de berdewam bin."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment